• DOLAR 32.266
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2402.447
  • ...
Yapıcıoğlu: Bêyî ku em li ber bayê provokasyon û tahrîkan bikevin, em ê xebatên xwe bidomînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu digel heyeta xwe standa hilbijartinê ya partiya xwe ya li Esenler Dörtyolê ziyaret kir.

Yapiciogluyê ku bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin bi welatiyan ra sohbet kir û bi kesên ku dixwestin pêre sûretan bigirin re sûret da girtin.

Yapicioglu li herêmê standên partiyên siyasî yên din ziyaret kir û paşê derbasî standa hilbijartinê ya partiya xwe bû û li wir axaftinek kir.

“Bêyî ku em li ber bayê provokasyon û tahrîkan bikevin, em ê xebatên xwe bidomînin”

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser provokasyon û tahrîkên ku tên kirin û wiha got, "Dema êvara yekşemê sindoq bên vekirin, em ê wek milet bibînin ku lîstokên kesên ku milet tehrîk kirine, hewl didin wan bikin du bend û li hemberî hev sor dikin ew ê bê netîce bimîne. Wezîfeya me xebat e. Werin em karê xwe bikin, em  tevlî karê  Xwedê nebin. Çi ji destê me bê em ê bikin û dûre emê serê xwe li ber teqdîra Xwedê bitewînin û teslîmî fermana wî bibin. Em bawer dikin ku Xwedê her dem bi qencî û rastgoyan re ye, Rebbê min ew ê xebatên me zayî neke. Daxwaza min ji hemû xwişk û birayên min ew e ku neyên provokasyonê. Bila kesên din rojeva me diyar nekin. Rojeva me heye. Ez hêvî dikim ku em ê dîsa Serokomarê xwe Recep Tayyîp Erdogan wek Serokomar hilbijêrin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir