Li Ruandayê lehî û hezaz: 109 mirî
Li Ruandayê ji ber barana zêde lehî û hezaz pêk hat. Di encama bûyerê de 109 kesan jiyana xwe ji dest dan.
![Li Ruandayê lehî û hezaz: 109 mirî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/3_eySnCUbBf1Y0_gkBjCbHLFgC8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/18/li-ruandaye-lehi-u-hezaz-109-miri-6c982d27.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li Ruandayê ji ber barana zêde lehî rabû û erd şimitî.
Di daxuyaniya ku ji çavkaniyên herêmî hat dayîn de hat diyarkirin ku li Ruandayê ji ber lehî û hezazê 109 kes mirin.
Waliyê Parêzgeha Rojava Francois Habitegeko diyar kir ku duh saet di 18:00 de li gorî saeta herêmî baran dest pê kiriye û bûye sedem ku çemê Sebeya bi ser ve here.
Habitegeko destnîşan kir ku pêşaniya wan aniha ew e ku xwe bigihînin her malên xerabûyî û rizgarkirina kesên asê mane.(ÎLKHA)