• DOLAR 32.251
  • EURO 34.684
  • ALTIN 2398.166
  • ...
HUDA PAR bang li Kurdan kir: Rê nedin wan kesên ku amade ne xwîna Kurdan biherikînin û firsetê nedin wê bloka faşîst a ku Kurdan berî hev dide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tanrikulu di daxuyanîya xwe de destek ji Kurdan xwest û wiha got: “"Ey xuşk û birayên min ên Kurd ên xwedî wijdan û cesaret! Ji bo ev meseleya ku sed sal e dewam dike û her tim tê sûîstîmalkirin li meclîsê bi rêya siyasetê çareser bikin, werin deng û destekê bidin me. Rê nedin wan kesên ku amade ne xwîna Kurdan biherikînin û firsetê nedin wê bloka faşîst a ku Kurdan berî hev dide. Ey xuşk û birayên min ên Kurd ên xwedî eqlê selîm! Bila zarokên me ji hevdû re nebin dijmin û bi kîna hev mezin nebin.. Bila hizûr û sikûneta mewcûd a li memleket berdewam bike…Bila çek heta ebed bêdeng bimînin…Bila dayik di pey wan zarokên xwe yên ku  hatine revandin de negirîn… Bila navê Kurdan ne bi terorê; bi perwerdehî, zanist, çand û hûnerê bê zikirkirin… Werin em li dijî emperyalistan,  wê dîroka Kurdan a ku di sedsala nû de li ser bingeha refah û aştîyê bilind dibe ji nû ve bihevre binivîsînin.” (ÎLKHA)    



Bu haberler de ilginizi çekebilir