• DOLAR 32.22
  • EURO 34.755
  • ALTIN 2443.208
  • ...
Yapıcıoğlu: Fîlmê "6-8ê Cotmehê" dê hovîtiyên ku hatine kirin ronî bike!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Heyata  Yasîn Börü, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Riyad Guneş ên ku di Eyda Qurbanê ya sala 2014an de goştê qurbanan li feqîran belav dikirin ji teref hovên ku li ser banga HDP/PKKyê derketin kolanan hatin qeti kirin bû mijara fîlmê.

Yekemîn fragmana fîlmê ku hêj hûrgiliyên wê nehatine parvekirin, hat weşandin. Fragmana ewil a fîlmê ku navê wê "6-8'ê Cotmehê" hat diyarkirin, li ser medyaya civakî eleqeyeke mezin dît.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê fîlmê da daxuyanî da û diyar kir ku ew hêvîdar in ku fîlm wê wehşeta hovane ronî bike.

Daxuyaniya Yapıcıoglu wiha ye:

"Ez hêvî dikim ku fîlima ku dê di demek nêzîk de were weşandin wê ronahiyê bide ser wê hovîtiyê û bibe alîkar ku  bê famkirin ka em bi zihniyeteke çawa re micadele dikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir