Li Hewlêrê konferansa zanistî ya bi mijara “Jenosîda Kurdên Feylî” tê lidarxistin
Hat ragihandin li Hewlêrê derheqê jenosîda ku li hember Kurdên Feylî hat kirin de konferansa zanistî ya mijara “Jenosîda Kurdên Feylî” tê lidarxistin.
Gelek rayedar û lêkolînerên mehelî û biyanî beşdarî konferansê bûn. Konferansa ku ew ê heta 4ê Gûlanê berdewam bike li Salona Konferansê ya Saad Abdullah tê tertîpkirin.
Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî di konferansê de axavtinek kir û balan kişand li ser jenosîda ku li hember Kurdên Feylî hatiye kirin.(ÎLKHA)