• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
AK Partî ji ber êrîşa ku hat kirin çû serdana HUDA PARê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Duh kesên ku nasnameyên wan nediyar bû êrîş birin li ser standa hilbijartinê yê Farûq Dînçê Namzetê Parlamenteriyê yê Mêrsînê yê HUDA PARê ku ji lîsteya AK Partiyê beşdarî hilbijartina dibe. Di êrîşa ku hatibû kirin de çek û dar hatibûn bikaranîn û 3 endamên HUDA PARê birîndar bûbûn.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz û heyeta pê re ji bo serdana kefaret be, Navenda Giştî ya HUDA PARê ziyaret kir.

Heyeta AK Partiyê ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmir, Serokê Şaxa Ciwaniyê Hamdullah Er û Alîkarên Serokên Polîtîkayên Ciwanan ên HUDA PARê Ubeydullah Çakir û Yunus Yilmaz ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de hat hêvîkirin  careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin  û ew ê êrîşên wisa HUDA PAR û AK Partîyê netirsînin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir