Li Tûnisê otobus qeza kir: 23 birîndar
Li Hammameta bajarê Tûnisê otobusa ku xwendekar tê de bûn qeza kir. Ji ber qezaya ku pêk hat 23 xwendekar birîndar bûn.
Li bajarê Hammamet ê bakurê rojhilatê Tûnisê otobuseke ku xwendekarên dibistana seretayî tê de bûn û diçû seyranê qulibî.
Hat destnîşankirin ji ber qezaya ku pêk hat herî kêm 23 xwendekar birîndar bûn.
Derheqê sedema qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)