• DOLAR 32.274
  • EURO 34.692
  • ALTIN 2405.64
  • ...
Kesên beşdarî bernameya mewlidê  bûn: Me pir bêriya wê kiribû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya Mewlida Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekirê hat lidarxistin bi beşdarbûneke xurt dest pê kir.

Kesên ku ji gelek deverên welêt beşdarî merasima Mewlida Nebî ya ku piştî 3 salan ji ber şewba vîrusa koronayê ji nû ve hat tertîpkirin bûn hest û ramanên xwe anîn zimên.

“Me pir zêde bêrîya bernameyê kiribû”

Zahîr Uralê ku ji Çewlikê beşdarî bernameyê bû jî wiha got: "Em ji bo muhebbeta Pêxember hatin. Îro roja me ye. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Ji ber ku 2-3 sal in me van rojan nedîtiye, em lê hesret mabûn. Em îsal bi kelecanek zêde hatin. Hezkirina Pêxember ji bo me pir girîng e. Em dixwazin vê yekê bijîn û bidin jiyandin. Divê her kes xwedî li vê yekê derkeve. Ji bo me wekî rêyeke din a xelasîyê tune ye.”

"Pêxember Muhammed rêberê me ye"

Ekrem Yildirimê ku ji Çewlikê hat bernameyê, diyar kir ku ew bi beşdarbûna bernameyê gelekî kêfxweş bûne.

Seniha Buğdayci, diyar kir ku her çend ji lingên xwe nerehet bû jî ji ber hezkirina xwe ya ji Hz. Muhemmed ew hatiye bernameyê.

"Ez dixwazim ku her kes were vir da ku coş û kelecaneke wiha bibîne"

Ufuk Aydinê ku ji Gumuşhaneyê hat, diyar kir ku ew cara ewil beşdarî vê bernameyê dibe û wiha got: "Ez dixwazim ku her kes were vir kelecaneke wiha bibîne û bijî. Di navbera gotin û dîtinê de ferqeke mezin heye. Ez wek Misilmanekî ji dil û can dixwazim li seranserê Tirkiyeyê bernameyên bi vî rengî bên lidarxistin, ez bûm şahidê danasîna Pêxember, vegotina jiyana pêxember, xebatên Weqfa Evîndarên Pêxember. Min ew weqf dît ku Pêxemberê me bi awayekî herî baş daye nasîn, li herêma me jî heye, lê ez dixwazim ev weqf li herêma me bi bandortir bibe."

Müslime Kırdemir jî spasiya Weqfa Evîndarên Pêxember kir ku vê bernameyê organîze kirine.

"Ez kêfxweş im ku hemû misilmanan li kêleka hev dibînim"

Firat Songulê ku ji Edeneyê beşdar bû jdiyar kir ku ew cara yekem e beşdarî çalakiyeke wiha dibe; û  diyar kir ku ew bi heyecan û kêfxweş e.

“Ji bo Mislimanan yekîtî û bîranîna Pêxember ji bo Mislimanan baştirîn tişt e”

Omer Anaçkaya jî wiha got: "Yê ku Pêxember nas bike Xweda ji wî razî be. Ya herî baş ji bo Mislimanan yekîtî û bîranîna Pêxember e. Pêxemberê me şefaetkarê Mislimanan e. Divê em her tim wî bi bîr bînin.”

Berat Kaya jî diyar kir ku ew cara ewil beşdarî bernameyê dibe û ew pir bi kelecan bûye. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir