• DOLAR 32.254
  • EURO 34.708
  • ALTIN 2398.336
  • ...
Mela Beşîr Şîmşek: Însanetî kengî berê xwe ji wehyê guhart heyata wan axretê tarûmar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Beşîr Şîmşekê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê di bernameya mewlidê de axavtinek kir.

Şîmşek di axavtina xwe de destnîşan kir, mehvanê bi qîmet, ulemayên muhterem, mumessilê saziyên sîyasî û civakî, xuşk û birayên ezîz, xort û zerokên bi qîmet û wan kesên kuvega liser ekranê vê bernameyê temaşe dikin, rehmet û bereketa xweda li ser we temama be û dû re wiha got: “ Gelê yên  evîndarên pêxember, roja we ya mewlidê bimbarek be. Xwedayê teala xêra we qebûl bike. Gelê misilmanahn! Di her wextî da Rebbê alemê ji bo hizûra însaniytê bide temînkirin her tim pêxember ji wan re şandiye. Ji wexta ku însana îman bi van pêxemberan anîne, mutabe'eta sinneta wan kirine, li pey wan çûne 'ezîz bûne. Temamê xweşîya li ser wan rijîyane. Lê belê çi wexta ku însaniyet pişta xwe daye wehyê, rêbertîya pêxembera terk kirine û li dor eql û fikrê xwe, li dor zewqê xwe heyat meşandine dinya wan jî axireta wan jî li wan xerabûye. Pêxemberê Xweda 'eleyhîsselam jî  wekê wan sîlsîla pêxembera pêşîya wîna jî Rebbê me wî jibo me neqand. Rebbê me jibo me wî terbîye kir. Ji temamî kêmasî û qîsûra paqij kir. Wî bi exlaqê herî xweşik bi exlaq kir. Ji bo ji heyata me re bibe nimûne, bibe rêber û rêzan Xweda ew ji me re şand. Wexta ku ew berî were şandin însan di zilletê de bûn. Temamê nexweşîyan di nava wan de geş bûbûn. Wan însana dinya ji hevre kiribû zîndan. Lê belê hatina wî pêxemberî Xwedayê Te'ala ew 'esra cehaletê rakir û şûna wêna de esra se'adetê bi cîh kir. Ew însan bi exlaqê pêxember xwe xwedî exlaq kirin. Bi vê şiklî hanî ew qewmê bedewî, ew qewmê ku ji her exlaqî mehrûm mabûn 'ezîz bûn. Biratî di nav wan de zêde bû, bi temamê exlaqê mişerref xwedî şeref bûn. Xweda vê heqîqetê bi vî şiklî dibêje; "Ji bo ku me Pêxemberek ji nav we neqand û ji were şand û ew pêxember ayetên me ji were xwendin, ji temamê nebaşîya paqij kirin. Rebbê 'alemê bi şandina wî pêxemberî minneta mezin li we kir. Gelî misilmanan! Îro careke din ji bo ku me pêxemberê xwe ji heyata xwe derxistiye careke dîtirê meşeqet di nav me de zêde bûye. Pirsgirêkên me yên ferdî, malbatî, ê eqîdewî, bi her şiklê heyata me da meşaqeta dest pê kiriye. Misilman zelîl bûne, ji hev ketine, ji her şikle xweşiyê dûr bûne. Ji xeynî nexweşiyê pê ve di nav me de tiştek nemaye. Ji ber wê îro herkes li rêberekê digere. Gelo ka em guhê xwe bidin Rebbê xwe. Rebbê me di vê xisûsa ha nê de çi nîşanî me dide. Meyzênin em li vê derê, Evîndarên Pêxember careke din î'lan dikin. Em dibêjin, Rêber û rêzanê me ji bo temamê pirsgirêkê me Hz. Muhammed Mistefa ye.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir