Rejîma siyonîst ciwanekî Filistînî yê 16 salî şehîd kir
Eskerên qaşo yên rejîma îşxalker a siyonîst êrişî Filistîniyên ku li dijî çalakiyên cihûtiyê û desteserkirina erdan bûn kirin. Di encama gulebarana dagirkeran de ciwanekî Filistînî yê 16 salî şehîd bû, bi dehan kes birîndar bûn.
Li herêma Şerîa Rojava ya Filistînê, di êrîşa li dijî xwepêşandan û meşên hefteyî yên ku li dijî çalakiyên Cihûtiyê û desteserkirina axê ya ji aliyê rejîma îşxalker ve tên lidarxistin de, ciwanekî 16 salî şehîd bû û bi dehan Filistînî jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, Mistefa Amir Sabahê 16 salî ku bû hedefa guleyên dagirkeran şehîd bû.(ÎLKHA)