• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Li Kolombiyayê 5,5 ton kokaîn hat bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku di operasyona dijî qaçaxçiyên tiryakê ya 120 kîlometre dûrî Bendeva Morrosquilloyê hat lidarxistin de 4 jê Kolombîyayî, yek jê Panamayî tevde 5 kes hatin binçavkirin.

Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro li ser hesabê xwe yê Twîtterê destnîşan kir, "Yek ji derbên dîrokî li bazirganên narkotîkê hat xistin. Hêzên Deryayî yên Kolombiyayê dest danîn ser 5,5 ton kokaîn û 18 milyon dolar pere."

Hat diyarkirin ku tiryak wê pêşî sewqê Panamayê û ji wir jî hatibe birin Amerîkayê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir