• DOLAR 32.282
  • EURO 35.03
  • ALTIN 2476.934
  • ...
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Hedefa sereke ya CHP û ÎYÎ Partî vegerîna salên 90î ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê  Şehmus Tanrikulu di daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Ger ew bloka ku CHP û ÎYÎ Partî di nav de ye hilbijartinan qezenc bike ew ê rojên zor û zehmet derkevin pêşîya Kurdan.Lewra hedefa sereke ya CHP û ÎYÎ Partî vegerîna salên 90î ye.”

Tanrikulu di berdewama nirxandina ku kir de destnîşan kir, ger HUDA PAR bikeve meclîsê ew ê ji bo çareserîya  meseleya Kurd bixebitin û got: “Em ê wê demê hewl bidin û her çi ji destên me bê bikin da ku hebûna Kurdan ji hêla makeqanûnê ve bê nasîn.”

“Hedefa sereke ya CHP û ÎYÎ Partî vegerîna salên 90î ye”

Tanrikulu di dawîya axavtina xwe de derheqê îhtîmala hilbijartina Kiliçdaroglu de jî nirxandinan kir û got: “ Ger Kiliçdaroglu bê hilbijartin ew ê rojên nexweş derkevin pêşîya Kurdan. Lewra ew bloka ku CHP û ÎYÎ Partî di nav de ye heqaretan li Kurdan dikin, Kurdan biçûk dibînin û di warê meseleya Kurd de di gavekî navêjin. Ji ber vê yekê ger em naxwazin ev herêm vegerê wan salên 90î divê gelê me yê Kurd destekê nedin wan. Lewra hedefa sereke ya CHP û ÎYÎ Partî vegerîna salên 90î ye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir