• DOLAR 32.644
  • EURO 35.136
  • ALTIN 2441.492
  • ...
Ewrûpa Yetîm Elî li Burundî ji bi hezaran kesan re fitar da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di xwarina fitarê ya roja çaremîn a ji bo 500 kesî hat dayîn de, li kêleka her tebeqê ji bo zarokan çîkolata, lolîb û balon hatin danîn. Di fitara ku bi kameraya dronê jî hat nîşandan de wêneyên rengîn derketin holê.

Ewrûpa Yetîm Elî berê pere, cil û berg, alîkarîya Qur'anê, betanî ji bo mexdûrên lehiyê yên di konan de dimînin û ji zarokên li sêwîxanê re piştgirîya kinc û cil û bergan kir, her wiha goştê ku bi serjêkirina qurbanên ku xêrxwazan dabûn wan pêşkêşî hewcedaran kirin.

Dildarên Ewrûpa Yetîm Elîyê yên ku beşdarî amadekariyên fitarê yên ku serê sibê dest pê kiribûn bûn, firsend dîtin ku hem xebatên li cîh tên kirin bibînin û hem jî alîkariya xebatê bikin.

Dilxwazê Ewrûpa Yetîm Elîyê Nîzamettîn Aygan beriya xwarina fitarê ji nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî û wiha got: "Hemd ji Rebbê me re ye ku îmkan da me ku em di Remezanê de bên vir û bi birayên xwe re fitara xwe parve bikin. Niha di 12 qazanên me de birinc, goşt û fasûlyeyên sor tên çêkirin. Êvarê jî em ê li vir fitarê bidin bi hezaran kesî." (ÎLKHA)

 

 

 

 



































Bu haberler de ilginizi çekebilir