• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Erdhejzedeyan Remezanê nirxandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi çadirên fitarê yên ku ji teref Karwana Hevîyê ve hatina damezrandin him xweşikîyên meha Remezanê him jî derfet fitarê tê dayîn.
Saîd Tanriverdî derheqê meha Remezanê de got ku, "Ji mervên 18 kes di erdhejan de mirin. Em aniha di nava meha Remezanê de ne û Remezan xweş derbas dibe. Tu kes birçî namîne. Em spas ji sazîyên alikarîyê yên vir dikin ku me tenê nahêlin. Piştî keraseta mezin Semsûrek nema. Ez rehmê ji Xwedê ji bo birayên minî ku di erdhejê de wefat kirine dixwazim."
"Li Semsûr'ê kerasetek mezin pêk hat"
Emîn Dolan van îfadeyan bi kar anî, "Li Semsûr'ê kerasetek mezin pêk hat. Xwedê careke din wan rojan rê me nede. Em di nava meha Remezanê ne. Xwedê ji van sazîyên alikarîyê razî be. Erdhejzede li vir difitirin. Paşîv jî tê îkram kirin. Kesên erdhejzede lazimîyên ji xeyrî van jî distînin û dibin. Hemd ji Xwedê re meha Remezanê xweş derbas dibe. Ev meh, meha bexşandin, efû û mexfîretê ye. Gerek di ve mehê de alikarî û parî kirin li hev bê kirin. 25 mervên min di erdhejan de wefat kirin. Hêj jî kesên Li kon û li vir benda alîkariyê ne hene. Xwedê alikarîya me hemûyan bike."
"Ji Rebbê me hat"
Galîp Bîlgîn'ê erdhejzede dibêje ku ji ber bandora erdhejê hê jî di rewşe ke xerabin û gotinên xwe werê domand:
"Bandora erdhejê berdewam e. 4 nevîyê metka min û merivek min di erdhejê de mirin. Xwedê rehmê li giştikan bike. Ji ber ku ev keraset ji teref Rebbê me hatiye em nikarin tu tiştek bibêjîn. Xwedê careke din wan rojan rê me nede. Ez nikarim ji xeyrî Laîlahe îllallah Muhammed Resûllulah tu tuştekî bêjim.
Ramazan Er
Ramazan Erê ku ji erdhejê xilas bû ye diyar kir ku ew rojî digire lê ji ber ku li nêzî mala wî mizgefteke sexlem tuneye nikare biçe nimêja terewiyê. Ramazan Er, di gotinên xwe de wilo dewam kir. "Ji ber ku mizgefteke nêzî me tuneye ez limêjên terawîhê nikarim li mizgeftekî bikim. Lê şikr ku ez rojîya xwe digirim û 5 wext limêja xwe dikim. Ji nasên min 5 kes wefat kirin. Pîreka bîrê min, keça w, û mervên min wefat kirin. Li gundê me ji 100'î bêhtîr wefat heye. Ji ber ku ev keraset ji teref Rebbê me hatiye em nikarin tu tiştek bibêjîn. Ji ber meha Remezanê li her der û dorê xwarin tên belavkirin. Xwedê ji wan razî be."
"Pîrek û zarokên min mirin"

Yusuf Benlî yê ji erdhejzedeyane jî diyar kir ku tevî wefata xanim û zarokên xwe hê jî hewl dide erka xwe ya ebdî pêk bîne, Benlî di gotinên xwe de werê dewam kir, "Hemd ji Xwedê re Remezan xweş derbas dibe. Giştik Malbata min wefat kir. Jin û zarokên min hemû wefat kirin. Ji ber ku tenê mam e û tu cih tuneye ku biçim li mizgeftê dimînim. Ji bo me Remezan bi vî şiklî derbas dibe. Xwedê ji van sazîyên xêrê razî be. Tu tiştek ku ez bêjim tune ye." (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir