Li Nîjeryayê kamyon li mînîbusa rêwiyan qelibî: 18 kes mirin
Li eyaleta Enugu ya Nîjeryayê di encama qezaya ku pêk hat de 18 kes mirin.
Berdevkê Polîsê Eyaleta Enugu Daniel Ndukwe got ku li ser rêya Aba-Abia kamyoneke çîmentoyê û mînîbusa rêwiyan li hev qelibîn.
Ndukwe diyar kir ku piştî qezayê agir bi her du wesayitan jî ket.
Ndukwe destnîşan kir ku di şewata li mînîbusê de herî kêm 18 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)