• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Weqfa Evîndarên Pêxember wê li Diyarbekir'ê bernameya Mewlûda Nebî tertîp bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

Weqfa Evîndarên Pêxember çalakiya Mewlûda Nebî ya ku her sal dihat tertîb kirin û ev 3 salan ji ber şewba Kovîd-19'ê nehatibû tertîbkirin, di çarçoveya biryara ku hat girtin de ragihand ku piştî Cejna Remezanê 30'ê Nîsanê roja Yekşemê se'et di 13.30'an de wê li Qada Mîtîngê ya Parka Newrozê ya navçeya Bağlarê bi beşdariya bi milyonan bernameya wîladeta pîroz  bê lidarxistin.
Biryara ku derbara mijarê hatiye dayîn ji teref Menaf Adiyaman'ê ku Endamê Komîteya Amadekarê Mewlid-a Nebî ye ve hat xwendin.
Menaf Adiyaman bi Ayeta 21'an a Sureya Ehzab'ê ya ku dibêje "Belê, Pêxemberê Xweda ji bo we; ji bo yên ku hêvîya gihaştina Xweda û roja axretê dikin û Xweda gelekî zikr dikin, mînakekî rind e!" dest bi daxuyanîyê kir û di dewama daxuyaniya xwe de got ku "Van rojên ku em tê de coşa giyanî ya meha pîroz a Remezanê dijîn, di heman demê de fersend daye me ku em ji bextreşiyên van sê salên dawî dersê bigirin. Afatên siruştî yên ku li dû şoba demdirêj dom kirin, kirin ku em careke din bifikirin, ji xeletî û gunehan dûr bikevin, tobe û îstîxfarê bikin."
Adiyaman gotinên xwe werê domand, "Em mizgîniyê didin we ku bi bûyera Mewlid-a Nebî re, piştî vê meha Quranê ku deriyên tobeyê bi firehî vedibe, cejna duyemîn derbas bikin. Di bergeha ‘Bernameyên Mewlûdê ya 2023'ê ya Bîranîn û Famkirina Hz. Muhammed(aleyhîsselam)’ de wê di 30'ê Nîsanê de roja yekşemê bernameya mewlûdê ya bi navê ‘Mînaka herî baş Hz. Muhammed' li se'et di 13.30'an de wê li Qada Mîtîngê ya Parka Newrozê bê tertîpkirin. Em hemû gelê xwe vedixwînin û em hêvî dikin ku bibe wesîleya xêran.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir