Hejmara kesên ku ji ber lehîyê rehmet kirin derket 15 kesan
Hat ragihandin hejmara kesên ku ji ber lehîyên li Semsûr û Rihayê rabû rehmet kirin derket 15 kesan.
![Hejmara kesên ku ji ber lehîyê rehmet kirin derket 15 kesan](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Pni7sChD3JXXogo5-mM-liQkfZI=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/11/hejmara-kesen-ku-ji-ber-lehiye-rehmet-kirin-derket-15-kesan-f8d18407.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Doh ji ber barana ku zêde barîya li Semsûr û Rihayê lehî rabû û gelek mal, dikan û kargeh di bin avê de man û însan di ber avê re çûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber lehîya ku rabû li Rihayê 13 kes û li Semsûrê jî 2 kes canê xwe ji dest dan.
Tê diyarkirin 4 kesên ku winda bûne ji bo bên dîtin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)