• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Li Rihayê otomobîl di ber lehîyê re çûn, kolan û sikak  bûn mîna golê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê barana ku ji doh ve tesîrdar e bû sebeba lehîyê. Li gelek herêman rabûna lehîyê li jîyanê nebaş tesîr kir.

Hat dîtin ku ji ber koma avê hinek otomobîl di rê de mane. Şofêrên ku di rê de mane hatin xelaskirin.

Ji ber barana zêde Nexweşxaneya Eyyûbîye ya Perwerdehî û Lêgerînê di bin avê de ma. Nexweşên ku li lênerîna giran de bûn sewqî nexweşxaneyeke din hatin kirin.

Walîyê Rihayê Salîh Ayhan hişyarî da ji welatîyên ku malên wan nêzî rêçên çeman e û kesên ku li qata zemînê rûdinîn malên xwe vala bikin.

Walî Ayhan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, “Ji ber bilind bûna avê divê welatîyê me yên malên wan nêzî rêça çem e û li qata zamînê ye divê malên xwe vala bikin.“ (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir