• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Gel derheqê tevlîbûna HUDA PARê ya nav Tifaqa Cûmhûrê de çi difikire?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR piştî kombûna lijneya rêvebirîyê ya giştî dîyar kiribû ku di hilbijartinên giştî de ewê namzetê serokkomarîyê dernexin û piştgirîyê bidin serokkomarê a niha.

Piştî daxuyanîyê di encama hevdîtinên hatibûn kirin de îhtîmala tevlî bûna HUDA PARê ya  tifaqa Cûmhûrê hat rojevê. Piştî daxuyanîya HUDA PAR bû mijara yekem a raya giştî û ji alîyên tifaqa Mîllet û hevpeymanîyên wê rastî îddîayên cidî hat.

Ev çend roj e îhtîmala tevlîbûna HUDA PARê ya tifaqa Cûmhûrê di nav gel de mijara herî pêş e, derheqê vê mijarê de gelê Stenbolê ji mûxabîrê ÎLKHAyê re axivîn û wiha nirxandin, “Ev biryar di cîh de ye û ewê vê biryarê ji bo HUDA PARê jî gelek baş be“  

Eyup Erîlî dîyar kir ku ew HUDA PARê nas dike û ji bo vê biryarê gelek kêfxweş e û wiha li nirxandina xwe zêde kir, “Biryara ku dane di cîh de ye, ez wan ji can û dil pîroz dikim û bawer dikim ku ewê piştî vê biryarê hemleyek girîng bikin.“

Ji welatîyan Kubra Apaydin wiha axivî, “Heger li cem Erdogan cîh bigrin ewê herkes palpiştîyê bide wan, lê belê herin cem tifaqa Mîllet yan tifaqek din ti şansê wan tune ye.“

Omer Arslan balê kişand biryara ku hatîye girtin gelek mûspet e û wiha li axavtina xwe zêde kir, “Di demeke wiha de tiştê ku dikeve ser milê mirovan palpiştgirtina dewletê ye. HUDA PAR biryarek gelek bimantiq da ye.“

Şaban Çakir di daxuyanîya ku da de wiha dîyar kir, “ Min di hilbijartinan de navê HUDA PARê bihîstibû lê belê min ew nas nedikir, ez jî dixwazim ku palpiştîyê bidin Serokkomar Erdogan.“ (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir