• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê: Me qerar da ku di hilbijartina serokomariyê de piştgiriyê bidin Erdogan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapcioglu piştî civîna lijneya giştî ya partiyê daxuyanî da rojnamevanan.

Yapicioglu derheqê hilbijartinên serokomariyê de wiha got: "Me qerar da ku di hilbijartinên Serokomariyê yên 2023yan da piştgiriyê bidin namzedê serokomarîyê Recep Tayyîp Erdogan. Muzakereyên me yên parlementeriyê jî dewam dikin."

Ji ber pirseke ku di warê tevlîbûna tifaqê de hat kirin Yapicioglu wiha axivî" Ez nikarim bêjim em bi şikleke kamil tevlî tifaqa Cumhur bûne. Di vî warî de hevdîtin berdewam dikin. Di rojên pêşîya me de ew ê ji navenda AK Partîyê lijneyek li Enqereyê bê ziyareta me û em ê hevdîtinê bikin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir