• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Li Nîjeryayê hilbijartina Serokkomarîyê Bola Tînûbû qezenc kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîsyona Hilbijartinê ya Neteweyî ya Serbixwe ya Nîjeryayê encamên hilbijartinên Serokomariyê yên ku di 25ê Sibatê de li welat hatin lidarxistin eşkere kir.

Li gorî vê yekê namzeta Kongreya Hêzên Pêşveçûna Hemû Bola Tînûbû bi 8 milyon û 805 hezar û 420 rayan bi ser ket.

Di hilbijartinê de ku 18 berendam tê de pêşbirkê kirin, namzedê Partiya Demokratîk a Gelan, Cîgirê berê yê Serokê Nîjeryayê Atiku Abubakar bû duyemîn û ji Partiya Karker Peter Obî bû sêyemîn.

Serokkomarê niha yê welêt Mihemed Buharî beşdarî hilbijartinan nebû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir