• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Êsîrên Filistînî berxwedanên xwe didomînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êsîrên Filistînî yên ku di zindanên rejîma îşxalker a sîyonîst de ne, ev îsyana xwe yên ku ji bona êrîşên li dijî wan bê dawîkirin û hinek mafên xwe bidestbixin bû 15 roj e didomînin.

Di daxuyanîya ku ji teref êsîrên Wezareta Azadkirîyan û Êsîrên Filistînê ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku hemû qawîş di çarçoveya bernameya îsyana êsîran de hatine girtin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di nav hefteyê de bernameyên îsyanê ji bona ku bi zêdetir û bi qewettir be ew ê gavên nû bên avêtin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji destpêka bernameya îsyana sîvîlê du hefte derbas bû, bireveberîya girtîgehê jî di vê demê de tu gavekî neavêtîye.

Wezareta Azadkirîyan û Êsîran diyar kir ku êsîran di de’wa xwe de biisrar in û ew ê berxwedanên xwe bidomînin, ew wisa plan dikin ku pêşîya wan meha Remezanê ye û di wê mehê de jî dest bi grêva biçîbûnîyê bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir