Li Mêrdînê ji bo 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
Walîtîya Mêrdînê daxuyand ku li giştîyê bajêr çalakîyên wek protesto, meş û daxuyanîya çapemenîyê ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hat dayîn de hat îfadekirin ku qedexe ew ê di 28ê Sibata 2023yan roja Sêşemê seat 00.01an de dest pê bike û ew ê heta 14ê Adara 2023yan roja Sêşemê di seat 24.00an de dawî bibe. (ÎLKHA)