Îran, tetbîqeta parastina hewayê da destpêkirin
Hêzên Çekdar yê Îranê û Artêşa Parastina Ên Şoreşa Îslamî, li giştîyê welat bi navê “Parêzkarê Asîmanên Welayet-1401” tetbîqeta parastina hewayê dan destpêkirin.
![Îran, tetbîqeta parastina hewayê da destpêkirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/ZMuPWZ0Yk1Y8evyKWMnaLNuo-t8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/09/iran-tetbiqeta-parastina-hewaye-da-destpekirin-4ef9bfc4.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Tetbîqeta parastina hewayê a bi navê “Parêzkarê Asîmanên Welayet-1401” bi paroleya “Ya Alî Kurê Ebû Talîb” dest pê kir.
Di tetbîqeta ku li giştîyê welat hat destpêkirin de sîstemên parastina hewayê a millî û xumalî wê bên şixulandin.
Di daxuyanîya ku berê ji teref Hêzên Çekdar yê Îranê ve hatibû daxuyandin de, hatibû destnîşankirin ku tetbîqet ji ber êrîşên leşkerî, endustrîyel û tesîsên îdarî re bên kirin bên qewirandin û sîstemên parastina hewayê bên ceribandin tê kirin. (ÎLKHA)