• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Li Şerîaya Rojava çalakîyên berxwedanê didomin: Şênîyeke îşxalker mir 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berxwederên Filistînê, li dijî îşxalkerên sîyonîst û şênîyên îşxalker yên ku axên wan îşxal kirine û di welatê wan de wan wek penaberan hêştine çalakîyên xwe didomînin.

Di çalakîya ‘ewil de berxwedêrekî bi wesayîta xwe wesayîta îşxalkeran asê kir. Dû re jî ji erebeya xwe peya bû û gule li ser îşxalkeran barand û wê kuşt, berxwedar xwe cîhê çalakîyê jî bi saxîtî xelas kir.

Demeke kin ji vê çalakîyê jî li nêzê çalakîya ku hat lidarxistin di çalakîya gulebarandina ji wesayîta îşxalkeran re de 4 îşxalker jî birîndar bûn.

“HAMAS: Divê ku çeteyên şênî bira hêvîya berdewamê bin”

Hat destnîşankir ku ev herdu çalakî jî heyfa qetlîama Nablusê ye.

HAMAS derheqê çalakîyan de daxuyanî da û weha got, “Çalakîyên qehremanî yên ku li Erîhayê hatin lidarxistin ji êrîşên terorîstên îşxalkeran re bersivekî tabi’îye. Divê ku şênîyên îşxalker bira hêvîya berdewamê bin. Ew ê rejîma îşxalker û çeteyên terorê şênîyan ku rejîm wan diparêze ger bi bersivdayîna ji leşkeran re ger jî ji bersivdayîna ji çeteyan re jî zanibin ku ev ê wan êrîşên wan bê bersiv nebînin, ji ber vê yekê ew mecbûr in ku bala xwe bidin ev tiştê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir