• DOLAR 32.262
  • EURO 34.724
  • ALTIN 2404.005
  • ...
Alîkarê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Karakaş: Ji bo dermankirina birînan alîkarîyên xwe bidomînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mustafa Karakaşê ku destnîşan kir ew ji roja ‘ewil a erdhejê heta niha bi tevî endam û dildarên xwe di sehayê de ne û xebatên xwe didomînin, bi tenê li Semsûrê rojê ji bo 25 hezar kesan şîva germ belav dikin.

Karakaşê ku destnîşan kir ew bi taybetî di gihaştina ji erdhejzedeyan re de zehmetîyê dikşînin, ji xêrxwazan re ji bona ku alîklarîyên xwe bidomînin bang kir.

Karakaş destnîşan kir ku lazimatîya wan piranî ji amûrên paqijî û xwarinê re heye weha axivî, “Em di roja 21emîn de li Semsûrê ne. Em wek Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê xebatên xwe didomînin. Bi taybetî di xwarinê de gelek pirsgirêkên me hene. Roja borî me ji 30 hezar însanan re şîva germ çêkir lê rojê em ji 25 hezar însanan re şîva germ derdixin. Yên ku nikarin werin cîhê şîvê jî hene. Em ji bona wan jî zexîre û amûrên paqijîyê divê ku temîn bikin. Bi taybetî lazimatîya malekî divê ku bê temînkirin.”

“Ji bona ku em alîkarîyên xwe yên ji erdhejzedeyan re bidomînin divê ku em alîkarîyên xwe bidomînin”

Karakaşê ku îfade kir ku qeweta STKyan heta cîhekî ye, bi tayebtî jî j xêrxwazan re bang kir ku bira bihîsyar bin.

Karakaş axavtina xwe weha domand, “Çîmkî di pêşîya me de meha Remezanê heye û li Semsûrê jî xerabûneke ciddî heye. Divê ku em ji bona birênên ev xelkê derman bikin û lazimatîyên wan temîn bikin di nav xebatekî de bin. Em wisa difikirin ku bi taybetî di amûrên paqijî, zexîre û rûnê de alîkarîyên ciddî bên kirin. Di rojên ‘ewil de alîkarîyên ciddî ji me re hatin lê niha wan tiştên me kêm bûne. Niha em nikarin zexîre belav bikin. Ji bona ku em wan belav bikin divê ku alîkarî ji me re were. Banga me ya ji hemû Tirkîyeyê re ev e ku ji meqerneyê heta fesûlyeyê, ji nokê heta birincê û heta taştê lazimatîya me heye. Çîmkî însanên li vê derê ji ber ku nikarin bixebitin lazim e ku em lazimatîyên wan temîn bikin. Di ev meseleyê de daxwazîya me ev e û ji kerema xwe alîkarîyên xwe neqedînin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir