• DOLAR 32.235
  • EURO 34.773
  • ALTIN 2437.143
  • ...
Li Başakşehîra Stenbolê qeza: Mirîyek, 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li nêzê Nexweşxaneya Çam Sakuraya li navçeya Başakşehîra Stenbolê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di encama li hev qelibîna 2 wesayîtan de qezayek pêk hat. Di qezayê de wesayîtek teqle avêt û yê dinê jî li ser kêlekê qelibî.

Hat diyarkirin ku di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 2 kesan jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir