• DOLAR 32.239
  • EURO 34.845
  • ALTIN 2446.066
  • ...
Sûrîye: 4 mirî 470 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daneyên AFADê, li navçeya Defneya Hetayê a ku navenda erdhejê ye di seat 20.04an de di mezinahîya 6,4an de erdhejek pêk hat. Erdhej 16 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat.

Piştî ev erdhejê li navçeya Samandaga Hetayê jî di mezinahîya 5,8an de erdhejeke dinê pêk hat.

Erdhejên ku pêk hatin li bajarên Mereş, Entab û Dîyarbekirê jî hat hîskirin.

Hat destnîşankirin ku erdhej li Tirkîye, Libnan, Sûrîye û Filistînê jî hat hîskirin.

Li gorî nûçeyên çapemenîya Ereb li Sûrîyeyê hinek xanî hilweşîyan, ji ber îzdîhem û erdhejê heta niha 4 kesan canê xwe ji dest dan, 470 kesan jî birîndar bûn.

Hat ragihandin mirovên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane li bajarên Helep, Tartus û Hamayê ne.

Di encama erdheja ku di 6ê Sibatê de pêk hatibû de jî li Sûrîyeyê gelek xerabûn pêk hatibûn û li gorî daneyên ne fermî jî heta niha nêzê 10 hezarî mirovan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir