• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Pîrekên Dîyarbekirî yên dildar ên Karwana Hêvîyê ji bo erdhejzedeyan nan lêxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dîyarbekirê ku ji wan bajaran yek yê ji erdhejê tesîrdar bûye ye jî, welatîyan êş û birînên xwe bîrva kirine û ji bo erdhejzedeyên ku li bajarên dinê ji erdhejê tesîrdar bûne re xe seferber kirine.

4 saziyên alîkariyê yên bira, ku li herêma erdhejê ku erdhej lê wêran bû, êş û birîn kûrtir bûn û xelq li bendê bûn ku xizmên xwe ji avahîyên xerabe bên derxistin, dest bi kampanyaya alîkariyê kirin û ji deh hezaran mexdûrên erdhejê re xwarina germ belav kirin.

Pîrekên dildar ên Karwana Hêviyê li hemberî seferberiya alîkariyê ya ku hatibû destpêkirin xemsar neman. Hinekan betaniyên li malên xwe, hinekan xwarinên dawî yên di aşxaneyên xwe de, hinek ji xalîçeyên xwe û hinek jî ji doçka ku ji keçên xwe yên biçûk re amade kiribûn şandin herêma erdhejê.

Pîrekên dildar ên Weqfa Kerwana Hêvîyê torbeyên hevîr ên ku ew bi pereyên xwe standin û kirin hevîr. Pîrekên hesas ên ku pişt re çûn ser tenûrên ku şewitandine û ji bo erdhejzedeyan nan çêkirin. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir