Piştî 177 saetan ji bin xirbeyan 2 kesên din jî hatin rizgarkirin
Li Adiyamanê ku ji ber erdheja navenda wê Kahramanmaraşê bû hilweşiya, piştî 177 saetan di bin kavilan de mûcîzeyek çêbû. Bav û kur pêkve ji bin xirbeyan hat xelaskirin.
Digel ku çendîn roj ji ser erdhejê derbas bûbin jî ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê hêvîya xwe winda nakin û xebatên xwe didomînin. Di encama van xebatên bi hêvî de li Semsûrê piştî 177 seatan Bav û kurê xwe pêkve ji bin xirbeyan hat xelaskirin.(ÎLKHA)