Li Diyarbekirê piştî 101 seatan dayikek û zarokê wê ji enqazê sax hatin derxistin
Hat ragihandin li Diyarbekirê piştî 101 seatan dayikek û zarokê wê ji enqazê sax hatin derxistin.
![Li Diyarbekirê piştî 101 seatan dayikek û zarokê wê ji enqazê sax hatin derxistin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/cMcxSPeJYhu03OPygPCUBUOr6nY=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/06/li-diyarbekire-pisti-101-seatan-dayikek-u-zaroke-we-ji-enqaze-sax-hatin-derxistin-5f3f2dce.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ji ser erdheja ku di 6ê mehê de pêk hat 4 roj derbas bûn, lê belê hêj xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li welêt berdewam dikin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Diyarbekirê di avahîya Hîsamî de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bênavber berdewam dikin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Diyarbekirê piştî 101 seatan dayika bi navê Semar Varli û zarokê wê yê bi navê Serhat Varliyê 9 salî ji enqazê sax hatin derxistin.
Li hêrêmê xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)