• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
AFAD: 12 hezar û 873 kes canê xwe ji dest dan, 62 hezar û 937 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin. Piştî erdhejan; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.

Piştî erdhejê li bajarên Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî, Hetayê û Xarpêtê hejmarê personelên ku di sehayê de dixebitin gihaşt 110 hezar û 571 kesan.

Ji herêma afetê re bi tevî ekskavator, kêşvan, vînç, dozer, qamyon, arazoz, treyler, qlêder, vîdanjor û makîneyên kar yên wek wan 5 hezar û 557 erebe hatin sewqkirin.

Ji herêmên erdhejê re 31 walî, ji 70î zêdetir qeymeqam, 17 rêveberên bilind yê AFADê û 68 midurê bajêr hatin wezîfedarkirin, bi tevî 122 wek balafir û helîkopter, endam û amûrên ku girêdayê Hêzên Hewayê, Hêzên ‘Erdê û Fermandarîya Giştî yê Cenderme û Ewlehîya Beravê ne jî pireke hewayî hat çêkirin.

Ji herêmê re 22 keştî jî hatine wezîfedarkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir