Li Hindistanê ji ber îzdîhama ku rû da 4 kes mirin 12 kes jî birîndar bûn
Di encama izdihama ku ji ber kirîna cil û bergan a li parêzgeha Tamîl Naduya Hindistanê pêk hat de 4 kes mirin 12 kes jî birîndar bûn.
Bûyer li navçeya Tirupathurê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şîrketeke Hindistanî xwest ku bêheq cil û bergan li xelqê belav bikin ku ji ber vê yekê izdiham pêk hat. Ji ber îzdîhama ku rû da 4 kes mirin 12 kes jî birîndar bûn.
Polêsan derheqê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.(ÎLKHA)