116 leşkerên Ukraynayê bi veguherîna êsîran hatin berdan
Serokê Ofîsa Serokatîya Dewlet a Ukraynayê Andriy Yermak, diyar kir ku 116 leşkerên Ukraynayê di encama veguherîna êsîran a ku bi Rûsyayê re hat kirin de hatin berdan.
Yermak di daxuyanîya xwe ya ku li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî da de, diyar kir ku bi Rûsyayê re veguherîna êsîran hat kirin.
Yermak, daxuyand ku di çarçoveya veguherîna êsîran de 2 efser, 114 leşkerên er û çawîş bi tevahî 116 leşker hatin berdan.
Wezareta Parastin a Rûsyayê jî daxuyandibû ku di veguherîna ku bi Ukraynayê re hatibû kirin de 63 leşkerên Rûs hatibûn berdan. (ÎLKHA)