• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Parlamentera Misilman Omar ya rejîma îşxalker rexne kir, ji komîteya Emrîqayê hat îxraçkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meclîsê Temsîlkarên Emrîqayê, ji Îlhan Omara Parlamentera Demokrat a Misilman ya ku ji rejîma îşxalker re rexneyan nîşan dabû re ji bona ku wezîfeya wê ya Komîteya Karên Derve bê dawîkirin dengdayîn kir.

Di dengdayîna Meclîsa bi serokatîya Komartîyan de li hember 211 rayên “na” 218 rayên”erê” girt, bi vê şeklê Omar ji Komîteya Karên Derve hat derxistin.

Omar, di axavtina xwe ya berîya dengdayînê de weha got, “Dewrekî tenê ez di komîteyê de nebim jî ew ê dengê min kêm nebe. Ew ê dengê min zêdetir û bi qewet derkeve. Ray bidin an jî nedin ez li vê derê me û ji bona ku li hember bêedaletîya li dinyayê bibim dengek û ji bona ku dinyayeke baş biparêzim ez li vê derê me.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir