• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Berdevkê HUDA PARê Emîroglu, li Xarpêtê malbatên ku ji erdhejê tesîrdar bûbûn zîyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Emîroglu, di salvegera erdhejê de eqrebe û malbatên qurbanîyan zîyaret kir.

Emîroglu bi tevî Serokê Bajêr Kavakli û lijneya bi wî re li gundê Gezînê Merîç Dîşlîyê ku di erdhejê de pîreka xwe yê ku 6 mehî bihemle bû û zarokên xwe winda kirîye zîyaret kir.

Merîç dîşlî qala şeva erdhejê kir û destnîşan kir ku ew 12 seat di bin enqazê de maye û gelek tiştan hînbûye.

Merîç ji axavtina xwe re weha berdewam kir, “Ez di wê esnê de qîmeta hilmê jî hîn bûm. Ez bi Xwedê re tenê mam. Birîna herî mezin jî ev bû ku cesedê zarokê min li ba min bû. Min şikir kir û teslîmê Xwedê bûm. Hemû kes ji ebdan re hêvî dike an dike qîrînî an jî bangê wan dike lê ez lavayîyên xwe ji Xwedayê xwe re kirim. Min got Xwedayê min tuyî ku Hezretî Yusuf di bîrê de hêşt û wî derxist. Tu yî ku Hezretî Îbrahîm di nav agir de hêşt û wî derxist. Min ji Xwedê re dua kir got ku tu min dibîn kîjan alî zûtirîn bibe. Xwedê Teala jî min bi xêra duayê min di bin enqazê de derxist.”

Emîrogluyê ku bi qalkirina Dîşlî dilşoşî bû, ragihand ku di vê esnê de cîhê ku mirov jê alîkarîyê bixwaze û destê xwe ji wî re veke tenê Xwedê ye.

Emîroglu bal kişand ku bira ji bona ku cardin bûyerên ewakî çênebin dersên ku bên derxistin bira bên derxistin.

Dûre jî Emîroglu û lijneya bi wî re, Yuksel Korkmaza ku di Avahîya Dîlek a ku li Taxa Sursuruyê ye de xwerzê xwe û xuşka xwe winda kirîye zîyaret kir. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir