• DOLAR 32.303
  • EURO 34.728
  • ALTIN 2408.288
  • ...
Mîtînga Qur’anê ê li Êlihê ew ê li kêleka ‘Parqa Pîrek a 8ê Adarê’ bê tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Platforma Nesla Qur’anê Beşîr Şîmşekê ku derheqê meseleyê de daxuyanîyek da, hemû xelqê da’wetê Mîtînga ku bi şîara “Xwedî Li Qur’anê Derkeve” ew ê 22yê Çileyê roja Yekşemê di seat 13.30yan de li kêleka Parqa Pîrek a 8ê Adarê ku li Taxa Çandê ye bê lidarxistin kir.

Şîmşek bal kişand ku ew destûr dayîna ji ev çalakîya ku tê xwestin Qur’an bê şewitandin re lenet dikin, hemû partîyên sîyasî, sazîyên civakî yên sîvîl, pîrek, zilam û hemû xelqê bang kir ku bira alîkarîyê bidin ji ev mîtîngî re.

“Ev bûyer kulma dawî bû”

Şîmşek bal kişand ku di hemên dawîn de him di nav welêt de him jî li derveyê welêt êrîşên li dijî Îslam û pîrozîyên Misilmanan re tên kirin roj bi roj zêde dibe, “Doh xeberek di çapemenîyê de hat belavkirin ku ji teref rayedarên Swêdê ve ji sîyasetmedarekî re destûr hatîye dayîn ku ew dikare li ber avahîya Sefîrxaneya Tirkîyê a li Swêdê Qur’anê bişewitîne. Ji bona me Mislmanan ev rewş rewşeke wisa bû ku kulma dawî bû. Em wek Platforma Nesla Qur’anê sibê li Êlihê li kêleka Parqa Pîrek a 8ê Adarê qerar girt ku mîtîngek li dar bixin.”

“Em bawer dikin ku ew ê xelqê me xwedî li Qur’ana xwe derkeve”

Şîmşekê ku hemû xelqê ji bona ku yek deng bibin bang kir weha got, “Di serî de STKyên Îslamî, ulema, medrese, xwendekaran; hemû Misilmanên ku îddîa dikin ew Pêxemberê xwe hez dikin, Qur’ana xwe hez dikin ji bona ku li hember ev çalakîya mel’un bisekinin da’wetê ev mîtîngê dikin, hêvî dikin ku bira beşdarî ev mîtîngê bibin. Em tev bi hev re mîtîngeke ku em ê îlan bikin em êrîşên fi’lî û bi gotin yên ku ji Qurana me re tê kirin qebûl nakin tertîp bikin. Em bawer dikin ku ew ê xelqê me xwedî li Qurana xwe derkeve. Em di mîtîngê de li bêvîya hemû xuşk û zarokên xwe bin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir