• DOLAR 32.281
  • EURO 35.037
  • ALTIN 2473.93
  • ...
Ji teref Rayedarên Tirkîyeyê ve derheqê bêhurmetîya Swêdê de daxuyanî hat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê TBMMyê Mustafa Şentop di daxuyanîya xwe de weha got:

“Swêd li hember ew qas hişyarîyan ji çalakîyên terorî yên li hember Tirkîyeyê re destûrdayînê didomîne. Destûrkirina 'çalakiyek' hovane ya li dijî Qur'anê li ber Balyozxaneya me ya li Stockholmê, tê me’neya hevpariya rêveberiya Swêdê ya sûcê nefretê.”

Berdevkê Serokkomarîyê Îbrahîm Kalin:

“Şewitandina Qurana Pîroz li Stockholmê sûcekî eşkere yê kîn û mirovahiyê ye. Em ev tiştê bi tundî şermezar dikin. Destûrdayîna vê çalakiyê tevî hemû hişyariyên me teşwîqkirina sûcên nefretê û Îslamofobiyê ye. Êrîşa li dijî nirxên pîroz ne azadî ye, barbariya nûjen e”

Berdevkê AK Partîyê Omer Çelîk:

“Em destûrdayîna çalakiya bi armanca şewitandina Quranê ya li ber Sefaretxaneya Tirk a li Stockholmê şermezar dikin. Tiştê ku rayedarên swêdî dikin palpiştiya sûcên nefretê ye. Rayedarên swêdî bi destûrkirina van kiryarên lanetkirî, faşîzmê pêş dixin. Her bêhurmetîya ji Quranê re sûcê mirovahiyê ye. Divê kes guman neke ku em ê li dijî van çalakiyan têkoşîna herî xurt bidin.”

Wezîrê Parastin yê Tirkîye Hulusî Akar:

“Tu muhîmtîyeke ku di vê nuqteyê de serdana Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pal Jonson a 27ê Çile ya Tirkiyeyê nemaye û ne jî me’neyeke wê heye. Ji ber vê yekê me serdanê betal kir.”

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag:

“Ez hukûmet û polîsên Swêdê şermezar dikim ku ji çalakîya nemerdaneya şewitandina kitêbê me yê pîroz Qur’ana Kerîm re destûr dane.

Tu Ebû Cehîl nikarîbû Quranê aciz bihêle, lê Quranê her Ebû Cehîlê aciz hişt. Ebû Cehîlên îroyîn wê li ber Quranê xwar û bêçare bin.”

Serokê Karên Dîyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş:

“Destûra rayedarên Swêdê ya ji bo çalakiya bi armanca şewitandina Kitêba me ya mezin Qurana Pîroz a ku ji bo derxistina gel ji cehaletê li ber Sefaretxaneya Tirk a li Stockholmê hatibû şandin, lenet dikim û bi tundî şermezar dikim.

Rayedarên swêdî bi vê helwesta xwe bûn şirîkê sûcê nefretê ku li dijî Îslam, Misliman û Tirkiyeyê tê kirin û aştiya civakî kirin hedef. Li dijî van mêjiyên qirêj em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir