• DOLAR 32.66
  • EURO 35.394
  • ALTIN 2474.659
  • ...
Li Hîndistanê ji ber sermayê 125 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedaran di daxuyanîya ku belav kirin de, gotin ku li herêma Kanpura wîlayeta Uttar Pradeshê ji serê salê vir ve ji ber sermaya zêde 125 kes bi qeyrana dil canê xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên Enstîtûya Cerrahî ya Dil û Kardîyolojîya Laxmipat Singhaniayê ji 1ê Çileyê heta roja Duşemê 54 kesên ku qeyrana dil derbas kirine dema ku di nexweşxaneyê de tedawîyê didîtin mirine, 71 kes jî dema ku ji nexweşxaneyê re dihatin anîtin di rê de canê xwe ji dest dane.

Doxtorin nexweşxaneyê, sedema ev qeyrana dilê girêyê hewaya sar kirin ku ji ber sermayê nişkav ve qeweta xwînê zêde dibe.

Rayedaran, diyar kirin ku qeyrana dil ne bi tenê li herêma Kanpurê ye, li herêmên derdorê jî tesîrdar e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir