• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Nasnameyên kesên ku di qezaya Dîyarbekirê de canê xwe ji dest dane eşkere bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dîyarbekirê di seatên serê sibê de otobûsa rêwîyan qelibîbû, di encama wê qezayê de 1 jê pitik 5 kes canê xwe ji dest dabûn û 22 kes jî birîndar bûbûn.

Nasnameyên 5 kesên ku cenazeyên wan hatibû rakirin Nexweşxaneya Dewleta Dr. Yusuf Azîzogluya Farqînê hat destnîşankirin ku ev in: Zahîde Ceyhan (41), Dîlber Çetînkaya (28), Seher Meygîl (46), Veysel Bûnul (35) û Asel Meygîl (Pitik).

Cenazeyan ji bo ku bên otopsîkirin ji Sazîya Tip a Edlî ya Dîyarbekirê re hatin şîyandin.

Hat destnîşankirin ku şofêrên otobûsê Behzat Yildirim û Mehmet Sîraç û muewîn Enîs Pekşen jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir