• DOLAR 32.253
  • EURO 34.693
  • ALTIN 2394.235
  • ...
Li Mêrdînê di navbera malbatan de pevçûn: 5 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li Taxa Saraçogluya Artukluyê di seatên êvarê de di navbera 3 malbatan de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera malbatên Akçay, Sezer û Demîrê ku hat hînbûn ji Çinarê hatine Taxa Saraçogluya Mêrdînê de ji ber danûstandinê di seatên êvarê de nîqaş derket.

Di bûyera ku piştî nîqaşê vegerîya şer de, çek û bombe hatine şixulandin û 5 kes birîndar bûn.

Polês di taxa ku pevçû derket de, cîhên têketin û derktinê da girtin.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin. Hat hînbûn ku rewşa Î.D. yê ji birîndaran yek e giran e.

Di encama bûyerê de 14 kes hatin binçavkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir