• DOLAR 32.28
  • EURO 35.037
  • ALTIN 2473.235
  • ...
Li Emrîqayê bahoza berfê: Hejmarê mirîyan derket 63 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî medyaya Emrîqayê li 12 wîlayetên ku tê de wîlayetên New York, Ohio, Kentucky, Missouri, Tennessee û Kansas jî hene mirinên ji ber şert û mercên hewaya çêdibin pêk tê.

Hat destnîşankirin heta niha ji ber sermayê 63 kes canê xwe ji dest dan.

Serokê Emrîqayê Joe Biden doh li Emrîqaya ku di dîroka xwe de sermayeke dijwar dijî rewşa acîl ya bahoza berfê îlan kir.

Li welêt roja Şemîyê ji ber hewaya xerab 7 hezarî zêdetir seferên hewayê hatin betalkirin.

Hat diyarkirin ku 1.5 milyon xanî û 150 hezar dikan jî bê ceryan mane.

Tê texmînkirin ew ê ev hewaya sar vê hefteyê jî bidome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir