• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Bervekê HUDA PARê Ramanli: Em her cure cudakarî û destdirêjiya etnîkî û dînî şermezar dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Divê ku ji Efxenistanê re di vê pêvajoya bi pirsgirêk de alîkarî bê kirin”

Berdevkê HUDA PARê Ramanli, di axavtina xwe ya derheqê rojeva derve de, derheqê rawestandina perwerdehîya zanîngehê qîzan ya li Efxenistanê, rewşa Filistînîyên ku di zindanên rejîma îşxalkeran de ne, bûyerên li Parîsê de nirxandinan kir.

Ramanli di axavtina xwe de bi bîr anî ku li Efxenistanê çûndina zanîngehê xwendekarên qîz yê Efxenî, heta ku çêkirina sazîyên hewce hatîye rawestandin, li Efxenistan a ku hê nû ji îşxala 20 salî ya Emrîqayê xelas bûye pirsgirêkên di herêma tenduristîyê, perwerdehîyê û aborîyê de hene di gelek cîhan de dibe sebeba pirsgirêkan.

Ramanli bal kişand ku ev pêvajoya pirsgirêk encax bi piştgirîyê çareser bibe, “Di pêvajoyeke ewakî de divê ku pîrek ên ku ji sazbûn û çêkirina nû ya welatê de cîhê wê cîheke gelek muhîm e ji perwerdehîyê mirûz neynê hêştin. Bireveberîya Efxenistanê, gerek şert û mercên fizîkî yên ku hewce dibîne bi lez û bez saz bike, hemû astengîyan ji holê rake û perwerdehîya zarokên qîzîn û pîrekan ji nû ve peyde bike. Tertîpkirina şert û mercên dîtina perwerdehîyê ya welatîyan wezîfeyeke dewletê ye ku mirov nikare jê bireve ye.”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de ji welatên îslamî re jî weha got, “Xeyn ji van tiştan welatên Îslamê yên ku ji ber zor û zexta Emrîqayê hikumeta Efxenistanê nasnakin, dev ji kirina polîtîzeya pirsgirêkan a ku ji ber mehrûmîyetê çêdibin û bi gotinan papo kirinê berdin. Ji serî ve Tirkîye û welatên dinê yê Îslamê gerek ji di vê pêvajoya pirsgirêkê de piştgirîyê bidin ji Efxenistana ku ji îşxalê xelas bûye re. Divê destê alîkariyê dirêj bike da ku kêmasiyên binesaziya fizîkî li welat di her warî de, nemaze di perwerdehiyê de, ji holê rabike. Pir mimkûn e ku rêveberiya nû bi hevgirtina çandî, aborî û siyasî pirsgirêkên heyî bi hêsanî derbas bike.”

Rewşa di zindanên rejîma îşxalker de û kampa Holê ya li Sûrîyeyê

Ramanli di axavtina xwe de bal li ser êsîrên ku di zindanên rejîma îşxalkeran de dimînin û dûçarê zilm û tehdayîyê dibînin jî kişand, agahîya ku ji sala 1967an heta niha 74 ji wan bi kêmasîya derman 233 Filistînî di zindanên sîyonîstên îşxalkeran de şehîd bûne belav kir.

Ramanli, “Di serî de welatên Îslamê û hemû sazî û sazbûn, zorê bidin li ser rejîma îşxalker ku bila tedawî,  derman û lazimatîya însanî ya êsîrên ku di zindanan de ne peyda bike, divê ku ev êsîrên ku bi zilmê di zindanan de tênê girtin bi lez û bez bên berdan.”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku malbatên ku di kampên Roj û Holê ya li wîlayeta Hesekeya Sûrîyeyê de tênê girtin dûçarê êrîş û zilmê dibin, “Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), Bi tenê di kampa Holê de, piranîya wan zarok û pîrek bi tevahî 56 hezar kes tê de dijîn. Di sala 2021an de di Kampa Holê de 8ê wan ji ber cînayetê bi tevahî 74 zarok mirin. Li gorî daneyên NY, di navbera Çileya 2021an- Hezîrana 2022an de li Kampê ji sedî zêdetir mirov hatine kuştin. Ev trajedîya ku tê jiyankirin êdî bila bê dawîkirin û zarokên ku li wê derê dijîn divê bighêjin cîheke ewlehî. Ji bona ev tiştê jî divê ku hemû malbatan bi tevî zarokên xwe bi garantîya ewlehîyê ji welatên ku welatîyên wê welatê ne re bên teslîmkirin. Wan welatan jî gerek welatîyên xwe qebûl bikin. Divê ku NY û sazîyên eleqeder derheqê ev bûyerê de teşebûsan bikin.”

Bûyerên li Parîsê

Ramanli, derheqê bûyerên ku di nav çend rojên dawîn de li Parîsa Paytexta Fransayê pêk tênê de jî weha got, “Di êrîşa çekdar a ku li Parîsê ji Navenda Çandî ya Ahmet Kayayê re hat kirin de 3 kes canê xwe ji dest dan. Li Fransaya ku cihêkariya etnîkî û dînî hema bêje bûye polîtîkayeke dewletê, ne ecêb e ku rastgirên tund ên ku komkujî pêk dianîn bi hêz bûn. Hat diyarkirin êrîşkarê ku bi rastgirên tundrew ve girêdayî ye herî dawî koçberan kiriye hedef û 11 roj berê hatiye berdan. Heya ku li dijî nîjadperestî û cudakariyê toleyên pêşîlêgirtinê neyên sepandin, li welatên Ewropî rê li ber van kiryarên hovane nayê girtin. Em her cure cudakarî û destdirêjiya etnîkî û dînî şermezar dikin. Ne tenê êrîşkar, şebekeya ku pê ve girêdayî ye jî divê bi cezayê ku heq dike re bê derxistin û pêşî li kiryarên şîdetê bê girtin. Ne mimkun e ku meriv qebûl bike ku xwepêşandanên protestoyî yên piştî qetlîamê li kolanan veguherî çalakiyên tundiyê. Divê mafê protesto û xwepêşandanê bi ti awayî ji xeleka rewa dernekeve û veneguhere wêrankarî û xirabkarîyê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir