• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Endamê Lijneya Giştî yê HUDA PARê Yalçin: Ger bernameya partiya me pêk bê ew ê meseleya kurd çareser bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Ji bo Kurd bibin xwedîyê maf û heqên xwe me hevdîtin kirin û gelek proje û teklîf hazir kir”

HUDA PARê îro salvegera 10emîn  a damezrandina xwe bi bernameyeke ku tê lidarxistin pîroz dike.

Bernameya  pîrozkirinê li Diyarbekirê li Navenda Kongre û Çandê Sezaî Karakoçê tê lidarxistin.

Abdussamed Yalçinê Endamê Lijneya Giştî yê HUDA PARê û Temsîlkarê HUDA PARê yê Hewlêrê  di bernameya ku hat lidarxistin de axavtinek kir û balan kişand li ser gelek mijarên muhîm ên ku Kurdan eleqedar dikin.

“Partiyên siyasî ne ji bo ku sîstemê memnûn bikin û îdeolojiya resmî bi xelkê xwe bidin qebûlkirin û bidin rûniştandin tên damezirandin”

Yalçin di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir “Berî niha bi deh salan di rojeke weke îro de HUDA Par wek hereketeke siyasî hat damezirandin. Em îro di meqamê bîranîn û muhasebeya deh salên derbasbûyî de ne. Bîranîna derd û kulên welatê xwe, însanên xwe, xebat û projeyên me yên ku me bi hereketa HUDA PARê pêşkêş kiriye” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Partiyên siyasî ne ji bo ku sîstemê memnûn bikin û îdeolojiya resmî bi xelkê xwe bidin qebûlkirin û bidin rûniştandin tên damezirandin. Ne ji bo ku xelkê, ji xwe re, ji dewlet û sîstemê re bikin xizmetkar tên damezirandin. Ji bo ku sîstem û dewletê têxin xizmeta xelkê, di xizmeta asayiş, ‘edalet, dîfa’, perwerdeyî û xizmetên din de xelkê xwe memnûn bikin hereketên siyasî tên damezirandin. “Înnellahe ye’mûrû bîl’edlî.” Ellah Te’ala ‘edaletê emir dike. Dewlet û sîstemê emir nake. Dewlet û sîstem jî ji bo ‘edaletê tên sazkirin. Xelk ne jibo dewletê ye, dewlet ji bo xelkê ye.”

“Bi damezandina cumhurîyetê ji bo ku xelkê me ji bîr û baweriya wan bê dûrxistin zulm û xedreke ku nehatiye dîtin hat kirin… Nejadperestiya Tirkî û dewleta qewmî li ser me hat ferzkirin”

Yalçin di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser zilm û nejeqîyên ku rejîma Kemalist li Kurdan kiriye û got: “Piştî dewleta Cumhûriyeta Turkiyê hat damezirandin endamên rêkxistina Îttîhad û Teraqqiyê wê ji hedefa wê dûrxistin. Bi xelkê re me’mela koledaran kirin. Ji bo ku xelkê me ji bîr û baweriya wan dûr bixin zulm û xedreke ku nehatiye dîtin kirin. Îslam wek havênekî ku temamê qewman bi hev ve rebt û mezc dikir mehkûm kirin. Li hember jiyan û ‘eqîda Îslamê herb vekirin. Şu’ûra kultura heyata bi hevrebûnê û şu’ûra ummetê ji binî ve rakirin. Nejadperestiya Turkî û dewleta qewmî li me ferz kirin. Ji Turkan pê ve hebûna hemî qewman redd û înkar kirin. Ji bo vê jî projeya Dewleta Qewmî xistin heyatê. Bi projeya dewleta Qewmî xelkê me bi dehsalan hat pelçiqandin, hat tehqîrkirin, birçî û tazî û sefîl ma. Kesê jibo xizmeta xelkê xwe derketin rê jî zindan û esaret û muhaceret bû para wan. Di gel vî qasî jî em rûneniştin, ji bo em mexdûriyeta xelkê xwe rakin, ji bo em bibin derman ji derdên wan re me xwe mecbûr dît ku em di bin rêkxistinekê de bicivin. Ew rêkxistin jî HUDA PAR e.”

“Ji bo ku sîstem bi ‘eqîda civakê re li hev were û prensîbên Îslamî werin îhyakirin û heyatdar bibin em di gelek riyan de çûn û hatin, me gelek rê û rêbaz tecrube kirin”

Yalçinê ku di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Bi HUDA PARê di zerfê deh salan de, meseleyên ku çareserî bi wan çêdibe me xist bernama xwe. Ji bo vê jî di serî de bi cenabê serokkomar re, pişt re jî bi ‘uzwên hukûmetê, bi endamên parlemanê, bi eşraf û ‘ulema û akademisyen û medya û nivîskar û lêkolîner û hemî tebeqatên xelkê re me peywendiyên bi quwwet sazkir”  axavtina xwe de wuha domand: “ Di van peywendî û serdanên xwe de me fikriyata ummetwarî derxist pêş û siyaseta xwe li ser avakir. Çimkî zulmê bê hedd û hîsab ku di vî welatî de tên kirin sebebê wan teva fikra “Dewleta qewmi (ulus devlet)” ye. Di vî welatî de ji bo ku ‘edalet, biratî û aşîtiya komelayetî saz bibe lazim e fikra dewleta qewmî were avêtin nav zebilxana tarîxê. Wê çaxê wê di nav hemwelatiyan de biratî, bi welatên cîran re jî peywendiyên dostane çêbibin û hudûdên ku di nav eqrabayan de hatine danîn wê tesîr ji wan re nemîne. Ji bo ku sîstem bi ‘eqîda civakê re li hev were û prensîbên Îslamî werin îhyakirin û heyatdar bibin em di gelek riyan de çûn û hatin, me gelek rê û rêbaz tecrube kirin.Me ruknên esasî yên însanî derxist pêş: Emniyeta can, emniyeta ‘eql û fikr û îfadekirinê, emniyeta dîn, emniyeta mal û mulkiyetê, emniyeta nesl û aîlê. Ji bo îqnakirina berpirsan me li gelek deriyan xist, gelek xwêdan rijand, bi gelek saziyên siyasî, medenî û dewletê re niqaş kir.”

“Ji bo ku; ji Tirkan re çi hebe divê ji Kurdan re jî ew hebe me hevdîtin kirin û gelek proje û teklîf hazir kir û pêşkêşkir”

Yalçinê ku di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser maf û hiqûqê Kurdan derbarê mijarê wisa nirxandinan kir: “ Ji bo ku; ji Tirkan re çi hebe ji Kurdan re jî ew hebe; ji bo ku; Kurd û Tirk du ûnsurên eslî yên damezrînerê dewletê werin qebûlkirin; ji bo ku; em bidin fêmkirin ku PKK ne sebeb e, netîceya siyaseta xelet e, ji bo ku em bidin fêmkirin ku Kurd û Tirk birayên hev in û temamê qewman wek hev in, me hevdîtin kirin û gelek proje û teklîf hazir kir û pêşkêşkir.”

“Me bi serokê PDK Cenabê Mesut Barzanî re, bi berpirsên hukûmet û hemî partiyên herêmê re û bi hinek partiyên dewleta merkezî ya ‘Iraqê re me peywendiyên qewîn danîn”

Yalçin di dawîya axavtina xwe de qala damezrandina nûnertîya HUDA PARê ya li Kurdistanê Başûr kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Sala 2019’yan de me li Herêma Kurdistana ‘Iraqê nûnerayetiya xwe ya yekemîn vekir. Me bi serokê PDK Cenabê Mesut Barzanî re, bi berpirsên hukûmet û hemî partiyên herêmê re û bi hinek partiyên dewleta merkezî ya ‘Iraqê re me peywendiyên qewîn danîn. Ji medyayê heta bi ‘ulema û akademisyenan, ji bazirganan heta bi saziyên medenî û telebe û xelkê ‘ewam di nav xelkê herêmê de HUDA PAR hat naskirin. Li wir jî HUDA PAR ji nêz ve tê şopandin. Bernama me û xebatên me (yanî xebatên we) tên xeberdan, li ser wan niqaş çêdibin.Bernama me ya siyasî ku tê de hedef û prensîbên me cî digrin ne bernameke besît û muweqqet e. ne ji bo îqtîdarbûna çend sala ye. Bi îfada kesê wê naskirî; bernama medeniyetê ye, bernama ‘edaletê ye. Ew çax, ji bo ku em her kesî pê bihisînin, her kesî li serê îqna’ bikin, wê bigerînin deselatdar û sîstem û dewlet emê xebatê bikin. Ev jî bi xebata çend salan, bi beşdarbûna çend hilbijartina tenê çênabe. Ev jî ji me dixwaze ku em hesabên hûr, kûr û dûr çekin, her yek jime di seha xwe de li wê gorê xwe hazir bike.Eger ev bernama HUDA PARê ciyê xwe bibîne wê mesela Kurdan jî helbibe, wê biratî jî saz bibe, wê şer û pevçûn jî nemîne.Sistem û seha siyasî ku ev zêdyî sed saliye ji hedefa wê hatiye dûrxistin, xeta û xeletî û neqencî li hemî damarên wê belavbûne di zemanekî kurt de paqij nabe. Xebateke dûvdirêj û firawan jê re lazim e. Bernama HUDA PARê ji bo vê hatiye hazirkirin.  Loma em dibêjin “îhtiyacî bi HUDA PARê heye.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir