Li Stenbolê di avahîya 4 qatî de şewat
Li Beyogluya Stenbolê di avahîyeke 4 qatî yê ku ti kes tê de nedima de şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat.
Şewat, di seatên êvarê de di avahîyeke 4 qatî yê ku li Kolana Findikli Yokuşuya Taxa Pûrtelaş Hasan Efendî de pêk hat.
Li ser xeberdayîna mirovan ji cihê bûyerê re gelek ekîbên polês û îtfaîye hatin sewqkirin.
Şewat bi xebata ekîbên îtfaîyeyê hat tefandin û hat diyarkirin ku xeyn ji xesara meddî ti zerarek pêk nehatîye. (ÎLKHA)