Li Efxenistanê li otelekê êrîşeke bombeyî pêk hat
Li Kabûla paytexta Efxenistanê li dijî oteleke ku Çînî tê de diman êrîşeke bombeyî pêk hat.
Çapemeniya Efxenî ragihand ku li ser oteleke li herêma Şehrê Nû ya Kabulê ku Çînî tê de diman êrîşa bombeyî hat kirin.
Piştî teqînê agir bi otêlê ket û dûman bilind bû.
Piştî bûyerê gelek ekîbên polês, îtfaîye û tenduristiyê bo herêmê hatin sewqkirin.
Berdevkê Fermandariya Ewlekariya Kabîlê Xalid Zadran ragihand ku hêzên ewlehiyê li dijî êrîşkaran operasyon li dar xistine. (ÎLKHA)