• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
HUDA PAR: Aletkirina hessasîyetên dînî ya civakê ji bo hesabên sîyasî nayê qebûlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Emîroglu di nirxandina xwe de derheqê sîyasetmedaran û êrîşên ku ji nirxên Îslamî re tên kirin de qal kri.

“Em bi tevî îqtîdarê û bi tevî mixalefetê hemû kesan banga hereketkirina bi mesul dikin”

Emîroglu di axavtina xwe de weha got, “Gotinên ku sînora exlaqê derbas dike û hereketên ku diçe heta şîddetê bi sazîya sîyasetê nakeve. Tu xêra fikrên sîyasî yê ku li ser neyartî, nefret û kînê hatîye avakirin ji memleketê re tineye. Ji bona ku pirsgirêkên memleketê bên çareserkirin lazimatîya sîyasetê ji islûba paqij û aqilkemalê re heye. Hereketên xeyrî exlaqî û nehiqûqî ya sîyasetmedaran nayê qebûlkirin.”

Emîroglu îfade kir ku xelq êdî ji nîqaşên sîyasetmedaran ya ku dighêje şîddetê canzerî bûne, “Sazîya sîyasetê ji bona ku pirsgirêkên xelqê çareser bike heye. Bi lez û bez dev ji hereketên ku pirsgirêkên di holê de ne çareser nake berevajî dûberekî û bendbendîyê kur dike bê berdan. Em di vê dewra ku em ketine pêvajoya hilbijartinê de gerek îqtîdar û mixalefet hemû kesan banga hereketkirina bi mesul dikin.”

“Gerek ji êrîşên ku ji nirxên Îslamî re tên kirin re mueyyîdeyên giran bên dayîn”

Emîroglu bal kişand ku êrîşa ku li ser hinek weqf û cemaetan ji nirxên dînî re hatine destpêkirin berfireh dibe û didome, “Li Tirkîyeyê her carê bi beheneyeke cuda weqifan û cemaetan tênê bêqîmetkirin û tabi’ê têkoşîneke lîncê tên kirin. Hedefgirtina sazîya zewacê, sazîya malbatê, medreseyan, mizgeftan, cemaetan, weqifan û terîqetan hilberîna eqleke stratejîk a bizanayî ye.”

Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu, “Dayîna mafeke êrîşkirina ji mehremîyeta malbatê, bawerî û exlaqa giştî re ya fêmkirina ji azadîya fikr û çapemenîyê, rewşeke xasê Tirkîyeyê ye. Hessasîyetên kevneşopî, çandî û dînî ya civakê ji hesab ji hev pirsîna sîyasî re kirina aletê tu car nayê qebûlkirin. Divê ku ji ev êrîşên ku ji nirxên Îslamî û exlaqa giştî re tên kirin re mueyyîdeyên giran bên dayîn, valahîyên makeqanûnê û qanûnê yên ku hene bi lez bên girtin.”

Emîroglu, “Êrîşên ji mahremîyeta malbatê û sazîya zewacê re tên kirin, veguherîna makeqanûnê ya ku sazîya malbatê û anîtina ewlehîyê a ji tesettûrê re êdî mecbûr bûye. Ev mesele ji ranta sîyasî û ji hev pirsîna sîyasî re bila neyê qurbankirin û di meclîsê de bê qebûlkirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir