• DOLAR 32.896
  • EURO 35.337
  • ALTIN 2461.109
  • ...
Li Ukraynayê bi mîlyonan kes bê ceryan man
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di dema ku êrîşên leşkerî yên Rûsyayê li ser Ukraynayê ku di 24ê Sibatê de dest pê kiribûn berdewam dikin, binesaziyên krîtîk ên enerjiyê yên li wî welatî jî dibin armanca êrîşan û her wiha ji ber pevçûnên tund canê xwe ji dest didin.

Serokkomarê Ukraynayê Zelenskiy diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Rûsyayê yên li ser binesaziyên krîtîk ên enerjiyê yên li Ukraynayê, li herêma Odessa 1,5 milyon kes bê ceryan mane.

Zelenskiy bi şev li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku ji ber êrîşên Rûsyayê qutbûna elektrîkê li Ukraynayê dewam dike.

Zelenskiy diyar kir ku artêşa Rûsyayê bi taybetî binesaziyên enerjiyê hedef digire û destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê bi balafirên bêmirov (ÎHA) êrîşî herêma Odessa kirine.

Zelenskiy diyar kir ku di encama êrîşan de binesaziyên enerjiyê zirar dîtine û got, "Rewşa li herêma Odessa gelekî giran e." Zelenskiy da zanîn ku di encama êrîşan de li tevahiya herêmê ceryan qut bûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir