• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Komeleya Ewrupa Êtîm Elîyê li Efrîqayê ji mihtacan re alîkarîyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dildarên Komeleya Ewrupa Êtîm Elî yê sazîya alîkarîya navneteweyî li welata Tanzanya ya ku li rojhilata Efrîqayê ye gelek organîzasyonên alîkarîyê li dar xist.

Komele li bajara Pwanîya Tanzanyayê di herêmeke ku gelek îxtîyar û astengdar tê de hene de kolîyên xwarinê belav kir. Piştî ev belavkirina kolîyan dildarên komeleyê li bajara Darusselamê ji xwendekarên medreseyeke ku fealîyet dikir re şîva germ belav kir.

Nîzamettîn Ayganê ji dildarê Komeleya Ewrupa Êtîm Elî derheqê fealîyetan de axivî û weha got, “Em wek Ewrupa Êtîm Elî ya sazîya însanî ya navneteweyî li welatê Tanzanyayê ne. Li ev herêma ku em ji bona xwarinê belav bikin hatin dît ku birayên me yên kor hene. Em kêfxweşîya gihaştindina kolîyên we ji feqîran re dijîn. Xwendekarên mezlum bi şîva germ a ku we ji me re şîyand gelek kêfxweş bûn û me zikê wan têr kir. Van xwendekarên ku zikê wan têr bûn ji xêrxwazan re gelek duayan kirin. Xwedayê min bira gelek xêrên ewakî ji me re bike nisîb. Em li hêvîya alîkarîyên we ne ji bo Efrîqa û Tanzanya.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir