Li Bûrsayê balafirek ket: 2 mirî
Balafireke bi yekmotor li Osmangazîya Bursayê ket xwarê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin balafira bi yekmotor ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ket xwarê. Di encama bûyerê de 2 kesên di balafirê de canê xwe ji dest dan.
Walîyê Bursayê Yakup Canpolat derbarê mijarê de destnîşan kir, ji ber bûyerê 2 kes canê xwe ji dest dane.(ÎLKHA)